Fermandarê Supayê Pasdaran ê Îranê li Bexdayê ye

Fermandarê Supayê Pasdaran ê Îranê Îsmaîl Qaanî doh bi şev hat paytexta Iraq Bexdayê.

Li gorî medya Iraqê duh bi şev Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê, Îsmaîl Qaanî ji nişkave serdana Iraqê kiriye.

Çavkaniyê ragihand ku Îsmaîl Qaanî doh bi şev gihiştiye Bexdayê û tê payîn bi serkirdeyên siyasî yên Iraqê û fermandarên komên çekdar re bicive.

Derbarê mijarê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.